ŞERI PEYAMEKÊ JI TRUMP RE DIŞÎNE Û JÊ DIXWAZE KU TÊKILIYAN XURTTIR BIKIN

Kanal8 6 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri roja Şemiyê salvegera 250em a serxwebûna Amerîkayê li Serokê Amerîkayê Donald Trump û gelê Amerîkayê pîroz kir û tekezî li ser xwesteka Şamê kir ku têkiliyan li ser bingeha rêzgirtin û hevkariya dualî ava bike û xurt bike.

Ehmed Şera li ser hesabê xwe yê Xyê peyama pîrozbahiyê belav kir û tê de got: "Ez salvegera 250em a serxwebûna Amerîkayê li Birêz Serok Donald Trump û gelê Amerîkayê pîroz dikim."

Şeri behsa xurtkirina dualî kir û wiha got: "Sûriyeya nû li bendê ye ku têkiliyan li ser bingeha rêzgirtin û hevkariya berhemdar ava bike, da ku aramî û serfiraziyê bi awayekî ku xizmeta daxwazên herdu gelên me bike û beşdarî ewlehî û aştiya herêm û cîhanê bibe, xurt bike."

Kanal8

6 DEMJIMÊR BERÊ