ŞERÎF: BÊ PIŞTGIRÎ Û NAVBEYNKARIYA ERDOGAN, DÊ SERKEFTINA PEYMANA AMERÎKA-ÎRAN DIJWAR BÛYA
Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf behsa rola giring a Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di navbeynkariya di navbera Tehran û Washingtonê kir û got ku peymana siyasî ji bo aramiya herêmê derfeteke mezin e.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re civiya. Di civînê de têkiliyên dualî û pirsgirêkên siyasî yên li herêmê hatin nîqaşkirin.
Civîn li kêleka Foruma Xebatê ya Tirkiye-Pakistanê pêk hat. Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Serokê Ajansa Îstîxbaratê ya Tirkiyê (MIT) Îbrahîm Kalin di civînê de amade bûn û li ser hevrêziya di navbera her du welatan de axivîn.
Şehbaz Şerîf bal kişand ser rola bi bandor a serokkomarê Tirkiyê û got ku bêyî piştgiriya welatên dost û Erdogan bi xwe, serkeftina hevdîtinên di navbera Amerîka û Îranê de û gihîna rêkeftinekê dê dijwar bûya. Wî navbeynkariya Tirkiyeyê wekî faktoreke sereke ji bo gihîna wê encamê bi nav kir.
Serokwezîrê Pakistanê peymana Amerîka-Îranê wekî "derfeteke dîrokî" bi nav kir. Pê de çû û gotir ku divê hemû alî vê derfetê bi kar bînin, ji ber ku ev peymana siyasî ji bo aştî û ewlehiya tevahiya herêmê xwedî giringiyeke stratejîk e.
5 DEMJIMÊR BERÊ