ASAYÎŞA HEWLÊRÊ XORŞÎD HERKÎ Û HEYDER HERKÎ GIRTIN

Kanal8 5 DEMJIMÊR BERÊ

Îro sibehê di operasyonekê de, hêzên ewlehiyê êrişî gundê Girdereşê kirin û Xorşîd Herkî, Heyder Herkî û birayê wî tevî pasvanên wan girtin.

KANAL8ê ragihand ku hêzên ewlehiyê gihan gundê Girdereşê û êrişî mala Xorşîd Herkî kirin. Li gorî nûçegîhanê KANAL8ê, armanca operasyonê girtina Xorşîd Herkî û hejmarek ji kesên nêzîkî wî bû.

Di encama operasyona ewlehiyê de, Xorîşd Herkî û Heyder Herkî hatin girtin. Birayekî din û pasvanên wî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û birin cihekî nenas.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hat dayîn, piştî rêzesûc û astengkirina projeyên xizmetê, Asayîşa Hewlêrê girtina Xorşîd Herkî, kesayeta navdar a êla Herkiyan li navçeya Xebatê, ragihand.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragihand ku her du gumanbar Xorşîd Letîf (Xorşîd Herkî) û Heyder Letîf (Heyder Herkî) îro 05.07.2026an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin. Piştî ku çend welatiyan doz li dijî wan vekirin, dadgehê biryara girtina herdu birayan da.

Asayîşa Hewlêrê got ku herduyan li herêmê aloziyê çêdikin. Ew bi destdirêjiya li ser milkê welatiyan û milkê giştî û her wiha gurkirina mirovan li dijî yasa û aramiya civakî, ji bilî şewitandina alavên leşkerî yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê têne tawanbarkirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Asayîşê; Xorşîd Herkî û Heyder Herkî Pêşmergeyek û welatiyek kuştine. Ji aliyê aborî ve, herduyan projeyên hikûmetê asteng kirine û li ser binesaziya li deverên cûda yên navçeya Xebatê gef xwarine ku wêran bikin û zirarên rasterast dane berjewendiya giştî.

Asayîşa Hewlêrê tekez kir ku yasa li ser her kesî ye û destûr nayê dayîn ku ti sûcdar ewlehî û aramiya welêt têk bide. Tê payîn ku her du girtî radestî dadgehê werin kirin û li gorî yasayê werin darizandin. Asayîşê welatiyan haydar dike ku parastina malên wan pêşîniya wan e.

Xurşîd Herkî, kesayetiyeke navdar a êla Herkiyan, di Tîrmeha 2025an de bi hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re rûbirûyî şerekî çekdarî bû, di encamê de du kes hatin kuştin û pênc kesên din birîndar bûn.

Kanal8

5 DEMJIMÊR BERÊ