LI AMERÎKAYÊ JI BER GERMAHIYÊ 25 KES MIRIN
Li Amerîkayê ji ber pêla germahiya zêde herî kêm 25 kes mirine, di nav wan de 22 kes li New Jersey mirine.
ABC News ragihand ku germahiya li Washington, D.C. di Roja Serxwebûnê de gihaye 38.8 pileya Celsius (100 pileya Fahrenheit) û ev tomara ji 100 salan zêdetir mabû şikandiye.
Di raporê de hatiye gotin: "Tê bawerkirin ku pêla germahiya tomarşikêner bûye sedema 25 mirinan ji Başûrê dûr heta Rojavayê Navîn û Berava Rojhilatê."
NBC, bi gotina berdevka Wezareta Tenduristiyê ya New Jersey Delia Owais, ragihand ku hejmara mirinên têkildarî germahiyê li deverê roja Şemiyê ji 19an ber bi 22an ve zêde bûye.
Wekî din, mirinek têkildarî germahiyê li Illinois û duyên din li Mississippi hatine ragihandin.
Çend deverên Amerîkayê rastî pêla germahiyê ya giran û hewaya bahozî bûne, ku bandorê li aramiya torên kehrebayê li seranserê deverê dike.
Li bajarê New Yorkê, roja Pêncşemê germahî gihaye 38 pileya Celsius (100 pileya Fahrenheit) û bûye sedema helandina asfaltê li bajêr. Çend bajarên din ên li berava rojhilatê Amerîkayê jî ji ber germahiya zêde ya neasayî pîrozbahiyên Roja Serxwebûnê betal kirin an jî bi paş de xistin.
Roja Şemiyê, herî kêm 840,000 malên Amerîkayî ji ber germahiya zêde û hewaya bahozê bê kehreba man.
2 DEMJIMÊR BERÊ