EREBÊN HAWIRDE YÊN LI EFRÎNÊ, BERÎ MALAN VALA BIKIN WÊRAN DIKIN

Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê welatî bi zehmetiyeke mezin malên xwe vedigerînin, lê dema ku vedigerînin dibînin ku hatiye wêrankirin.

Welatiyekî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê dîmenê mala xwe ji KANAL8ê re şand. Welatî diyar kir, piştî salekê ji pêdeçûnê wî herî dawî mala xwe ji Erebekî hawirde vegerandiye.

Lê welatî destnîşan kir, mala wî hatiye wêrankirin, ne derî û ne pencereyên wê pê ve mane.

Welatiyê ku nexwest navê xwe bibêje, ji KANAL8ê re got, derdora 4 hezar dolar ji bo wî pêwîst e ku mala xwe çaksaz bike, lê ew pere li cem wî tine ne.

Bi hezaran ji welatiyên Efrînê heta niha malên xwe venegerandine, derdora 200 malbat ji koçberên ku herî dawî vegeriyane, niha di gundê niştecihbûnê de yê li cem gundê Keferrûmê dimînin û nikarin malên xwe vegerînin.

Li gorî agahiyan; zêdeyî 1000 malbatên ji Parêzgeha Dêrazorê û bi hezaran ji malbatên ji parêzgehên din di malên Kurdan de ên li Efrînê dimînin û gelek ji wan pereyên zêde ji xwediyên malan dixwazin da ku ji malên wan derkevin.

Li hinek cihan 5 hezar dolar û li hinek cihan 7 hezar dolar ji xwediyên malan tê xwestin da ku werin valakirin, ev ji bilî wê yekê ku gelek Erebên hawirde, beriya ku derkevin malan xirab dikin.

Nûrhat Hesen

3 DEMJIMÊR BERÊ