LI NAVÇEYEKE PÊKHATEYA ÎSMAÎLIYAN A SÛRIYEYÊ, WELATÎ LI DIJÎ HÊZÊN EWLEHIYÊ DERKETIN
Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ
Li Navçeya Selemiyê ya parêzgeha Hemayê pirsgirêk derket û welatiyên wê navçeyê hêzên ewlehiya giştî qewitandin.
Li gorî agahiyan hin ciwanên ji navçeyên derdora Selemiyê hatine û dîmen ji hin keçên Selemiyê li kolanê girtine û ev yek bû sedema rageşiyê ku welatiyên Selemiyê ew ciwan ji navçeya xwe derxistibûn.
Piştî wê Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmetê destwerdan kirin û li şûna ku ew ciwanên ku dîmenê keçekê kişandine bigirin, hinek welatiyên Selemiyê girtine, lê welatiyên Selemiyê ev yek qebûl nekirine û dewriyeya Ewlehiya Giştî ji navçeyê derxistine û silogana “Ya Elî Meded” bang kirine.
Hêjayî gotinê ye ku welatiyên navçeyên ji pêkhateya Îsmaîlî ne.
Nûrhat Hesen
3 DEMJIMÊR BERÊ