MACRON SERDANA SÛRIYEYÊ DIKE Û BI ŞERI RE DICIVE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Ragihandina Serokatiya Sûriyeyê daxuyanî da û behsa serdaneke nêzîk a Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron JI Sûriyeyê re kir.

Tê payîn ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana Sûriyeyê bike da ku li ser rêbazên xurtkirina têkiliyên dualî û mijarên berjewendiya hevpar nîqaş bike.

Şandeyek ku ji veberhêner û nûnerên kompanyayên Fransî pêk tê, dê bi Serokkomarê Fransayê re be, ev yek niyeta herdu aliyan nîşan dide ku hevkariya aborî tevî mijarên siyasî nîqaş bike.

Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri û hevtayê wî yê Fransî Emmanuel Macron dê bi herdu şandeyan re bicivin û nîqaş bikin.

Di hevdîtinan de, di çarçoveya pabendbûna hevpar a ji bo berdewamiya diyaloga siyasî û xurtkirina têkiliyên di navbera herdu welatan de, pêşketinên di rewşên herêmî û navneteweyî de û perspektîfên hevkariya dualî di warên cûda de dê werin nîqaşkirin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ