RAPIRSÎ; GER HILBIJARTIN PÊK WERIN, ERDOGAN DÊ WINDA BIKE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li gorî rapirsiya dawî, eger li Tirkiyeyê hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin, Erdogan dê li hember sê serokên navdar ên CHPyê winda bike û piraniya dengdêran dê piştgiriyê bidin Îmamoglu.

ji aliyê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînê ya Enqerê ve

Rapirsî ji aliyê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînê ya Enqereyê ve ji 26 heta 28ê Gulanê hatiye kirin.

Rêjeyên bersivdayîna dengan

Di bersiva vê pirsê de; Ger hilbijartinên pêşwext werin kirin û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û namzetê CHPyê Ekrem Îmamoglu bibin namzet, hûn ê dengê xwe bidin kîjanê? %44.6 gotine ku ew ê dengê xwe bidin Îmamoglu û %35.8 jî bidin Erdogan.

Ger Erdogan û Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş bibin namzed, %46.2 dê dengê xwe bidin Yavaş û %32.4 jî bidin Erdogan.

Pirsa dawî li ser îhtîmala Erdogan û serokê CHPyê yê ji kar dûrxistî Ozgur Ozel e, %42.4ê beşdaran dengê xwe dane Ozel û %37.6 jî ji bo Erdogan.

Li gorî encamên anketê; %79.2ê dengdêrên DEM Partiyê dê dengê xwe bidin Îmamoglu, %75 jî ji bo Ozel û %29.2 jî ji bo Yavaş.

Hilbijartinên dawî yên serokomariyê û parlemanî yên Tirkiyeyê

Hilbijartinên dawî yên serokomariyê û parlemanî di Gulana 2023an de hatin lidarxistin û hilbijartinên din jî ji bo sala 2028an hatine plankirin, lê medyaya Tirkiyeyê dibêje ku hilbijartinên pêşwext muhtemelen sala bê dê werin lidarxistin, ku ev yek dihêle ku Erdogan ji bo cara sêyem bibe namzet.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ