HESEN KURDÎ BI 500 MILYON DOLARÎ REVIYAYE FRANSAYÊ

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Hesen Kurdî kî ye? Çima tê gotin ku eger ew bê girtin, pêvajoya siyasî ya Iraqê dê hilweşe.

Di demekê de ku hikûmeta Elî Zeydî lêpirsîna dozên gendeliyê di wezareta petrolê de didomîne, navek bûye rojeva berpirs û medyaya Iraqê.

Cîgirê Wezîrê Petrolê Ednan Cumeylî, bi tohmeta gendeliyê di peymanên petrolê yên bi qîmeta zêdetirî trîlyonek dînar de hate girtin. Piştî vê Hesen Kurdî bi rêya Deriyê Îbrahîm Xelîl reviya Tirkiyeyê û vê yekê gelek karvedan li pey xwe anîn.

Hesen Kurdî kî ye û rola wî di birêvebirina peymanên petrolê de çi bû?

Têkiliyên wan bi saziyên hikûmetê û partiyên siyasî re çi bûn?

Li gorî raporan, Hesen Kurdî çend demjimêr piştî girtina Ednan Cumeylî bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl çûye Tirkiyeyê.

Ew berpirsiyarê aboriya peymanên parzûngehan bû

Hesen Kurdî ji bilî ku wekî nûnerê aborî yê partiyek siyasî ya Sunnî dixebitî, berpirsiyarê birêvebirina karûbarên darayî yên peymanên parzêngehan bû û ji bilî ku di aboriya partiyên desthilatdar de beşdar bû, di gelek karûbarên aborî de şirîkê Ednan Cumeylî bû.

Girêdana di navbera torên gendeliyê de

Tê gotin ku Hesen Kurdî girêdana di navbera torên gendeliyê û Ednan Cumeylî de ye. Rola wî ji ya ku li ser Ednan Cumeylî tê gotin pir mezintir bûye. Heta tê gotin ku ger ew were girtin, pêvajoya siyasî dê hilweşe.

Derxistina fermana girtinê

Hesen Abdullah Necarê bi navê Hesen Kurdî jî tê nasîn, birayê wî Mihemed Abdullah Necar ji 5ê Hezîranê ve ji aliyê dadgeheke Iraqê ve bi sûcê gendeliyê de fermana girtina wan hat dayîn û ev fermana bi Înterpolê jî hat dayîn.

Hesen Kurdî kî ye?

Hesen Kurdî di sala 1993an de ji dayik bû, çavdêriya toreke berfireh a peyman û fînansmana siyasî kir, kampanyayên hilbijartinê fînanse kir û piştgiriya darayî ya rêberên siyasî yên ji her sê pêkhateyan kir.

Tê gotin ku Ednan Cumeylî tenê beşek ji doza mezin a gendeliyê ye, lê Hesen Kurdî deriyê sereke yê gihîştina pereyan û çawaniya belavkirina wan bû.

Têkiliya di navbera Cûmeylî û Hesen Kurdî de

Li gorî raporan, têkiliya di navbera Hesen Kurdî û Ednan Cûmeyîlî de dema ku ew bû cîgirê wezîrê petrolê dest pê kir û Hesen Kurdî çend postên wekî rêveberê rafineriyên bakur û rêveberê parzûngehê kir.

Çi rêkeftin hebûn?

Li hev kirin ku projeyên têkildarî peymanên depoya petrolê dê bidin Hesen Kurdî li hember veguhestina wan ji Wezareta Petrolê bo Wezareta Pîşesazî û Madenê. Dû re, pêkanîna peymanan ji bo kompanyayên dewletê li hember wergirtina beşek ji pereyên peymanan, ku nirxa wan di navbera 14 û 15 milyar dînar de bû.

Di vê navberê de, Wezîrê Ragihandinê Mustafa Senad li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand ku serokê komîteya aborî ya Ednan Cumeylî bi birayê xwe re reviyaye Fransayê.

Li gorî Senad, her du birayan 500 milyon dolar bi xwe re birine û reviyan û serokwezîr israr dike ku bi rêyên navneteweyî li ser şopandina qanûnî û dadwerî were kirin da ku her du bira û pereyên wan vegerîne.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ