BERNAMEYA TRUMP A ENQEREYÊ DIYAR BÛ
36emîn Lûtkeya NATOyê sibe li Enqereyê dest pê dike. Koşka Spî bernameye Trump eşkere kir.
Serokê Amerîkayê Trump dê sibê piştî nîvro bigihîje Enqerê û dê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi fermî were pêşwazîkirin.
Piştî beşdarbûna di Merasîma Pêşwazîkirina Dewletê de, Trump dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtineke dualî bike.
Roja Çarşemê, Trump dê beşdarî merasîma pêşwaziya fermî ya NATOyê û wêneya malbatê bibe û piştre jî dê civîneke xebatê ya serokên NATOyê pêk were.
Roja Çarşemê piştî nîvro, Serokê Amerîkayê dê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şeri re jî hevdîtinên dualî bike.
Berî ku di heman rojê de ji Enqerê derkeve, Trump dê civîneke çapemeniyê li dar bixe.
1 DEMJIMÊR BERÊ