PEZKOVIYEK BIRÎNDAR KIR Û CEZAYÊ PERE LÊ HAT BIRÎN
Li Şirnexê kesek bi tometa birîndarkirina pezkoviyekî, bi milyonek û 276 hezar û 278 lîreyan hat cezakirin.
Li navçeyeke parêzgeha Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, piştî agehdar kirina Rêveberiya Parastina Xwezayê ya ser bi Wezareta Çandinî û Daristanan di derbarê nêçîra ajelên kovî de, tîmên ewlehiyê dest bi lêgerînê kirine û pezkoviyekî bi birîndarî dîtine.
Hat ragihandin, kesê ku bi armanca nêçîrê pezkovî birîndar kiriye jî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.
Pezkoviyê birîndar li navenda veterîneriya Şirnexê hatiye dermankirin û niha di bin parastinê deye, herweha kesê ku pezkovî birîndar jî kiriye, bi Milyonek û 279 û 278 hezar lîreyan hatiye ceza kirin, ku dike zêdetirî 27 hezar Dolarên Amerîkî.
Pezkoviyên li çiyayên parêzgeha Şirnexê di bin parastinê de ne û nêçîra wan qedexe ye.
3 DEMJIMÊR BERÊ