NETANHAYU JI AMERÎKAYÊ RE: BALAFIRÊN F-35 NEFIROŞIN TIRKIYÊ

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Amerîkayê daxwaz kir ku balafirên şer ên F-35, yan motorên balafiran ji bo balafirên şer ên ku Tirkiyeyê berhem tîne, nefiroşe.

Netanyahu di hevpeyvîneke de bi Fox Newsê re ji Amerîkayê daxwaz kir ku, balafirên şer ên F-35 nefroşe Tirkiyê, herweha daxwaz jî kir, motorên balafirên şer jî ji bo Tirkiyê nefiroşe, ku Tirkiye dixwaze ji bo balafirên xwe yên şer bikar bîbe ku ew bi xwe berhem tîne.

Netanyahu got ku gaveke wisa dikare hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn xera bike.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar jî kir, serdestiya hewayî ya Îsraîlê hêmanek sereke ye ji bo parastina aramiya herêmî û hişyarî da ku, bidestxistina van alavên leşkerî ji hêla Enqerê ve dikare bandorê li ser vê hevsengiyê bike.

Li gorî medyayên Tirkiyeyê di serdana Donald Trump de ji bo Enqereyê bi armanca tevlîbûna civîna Nato'yê, yek ji mijarên ku dê bi rayedarên Tirkiyê re were gotubêjkirin, mijara firotina balafirên F35 û firotina matorên balafirên şer e, ji bo balafira curê Kaan ku Tirkiyê ev çend salin hewla pêşxistinê dide.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ