SEROKOMARÊ FRANSAYÊ LI SÛRIYEYÊ YE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Sûriyeyê ye; Macron û Ehmed Şeri dê bicivin.

Serokomarê Fransayê Macron duh li Balafurgeha Şamê ji aliyê Wezîrê Derve yê wî welatî Esed Şeybanî ve hat pêşwazîkirin.

Ji sala 2009an vir ve yekem serdana serokomarekî Fransayê ye ji bo Şamê û ev yek guhertinek di têkiliyên dualî de nîşan dide.

Roja Yekşemê, Serokatiya Sûriyeyê ragihand ku Serok Macron dê serdana Sûriyê bike da ku li ser rêbazên xurtkirina têkiliyên dualî û mijarên berjewendiya hevbeş nîqaş bike.

Ajansa nûçeyan a dewletê SANA ji zarê Rêveberiya Medyayê ya Serokatiyê veguhest ku serokê Fransayê dê bi şandeyek ku ji veberhêner û nûnerên şîrketên fransî pêk tê re be. Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri û Emmanuel Macron dê bi her du şandeyan re nîqaş bikin.

Di hevdîtinan de dê li ser pêşketinên herêmî û navneteweyî û her wiha perspektîfên hevkariya dualî di warên cûda de, di çarçoveya pêbendbûnek hevpar de ji bo berdewamiya diyaloga siyasî û xurtkirina têkiliyên di navbera her du welatan de, biaxivin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ