LI ŞAMÊ 2 TEQÎN ÇÊBÛN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li Şamê nêzî Wezareta Geştiyariyê ya Sûriyeyê du teqîn çêbûn.

Reutersê ragihand ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji rêze êrîşên bombeyî yên li nêzîkî otêla xwe ya li Sûriyeyê rizgar bûye.

Teqînek li nêzîkî Wezareta Geştiyariyê
Reutersê ragihand ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja Sêşemê sibehê li otêlekê li Şamê dima. Otêl li nêzîkî baregeha Wezareta Geştiyariyê ya Sûriyeyê ye.

Macron ji êrişê rizgar dibe
Medyaya Sûriyeyê ragihand ku Emmanuel Macron û şandeya pê re tenê 15 deqîqe berî teqînan ji otêlê derketine. Li gorî raporên destpêkê, di teqînan de gelek kes birîndar bûne, lê ti zirar negihîştiye serokê Fransayê û şandeya wî.

Hevdîtina bi Ehmed Şeri re
Piştî bûyerê, Emmanuel Macron bi ewlehî gihîştiye Koşka serokatiya Sûriyeyê li Şamê. Her wiha biryar e ku îro bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şere re bicive da ku rewşa herêmê û têkiliyên di navbera Parîs û Şamê de nîqaş bike.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ