MACRON Û ŞERI CIVIYAN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Macron soz dide ku alîkariya Sûriyeyê bike û Şeri jî dixwaze Parîs bibe hevkarê wan ê yekem li bazarên cîhanî.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri hevdîtina xwe bi dawî kirin.

Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de, her du aliyan tekezî li ser xurtkirina hevrêziya ewlehî û hevkariya aborî kirin, di heman demê de Parîsê soz da ku di projeyên herêmî û hewildanên vegerandina penaberan de piştgiriyê bide Şamê.

Vegera rola herêmî ya Sûriyeyê

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri got, “Sûriye bi saya cihê xwe yê erdnîgarî rola xwe ya bi bandor ji nû ve bi dest xistiye û em dixwazin Fransa di bazara rêyên cîhanî de hevkarê me yê yekem be.”

Sozên Fransa û Yekîtiya Ewropayê

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, “Em dixebitin ku Sûriyeyê bikin projeyek herêmî û Fransa û Yekîtiya Ewropayê soz dane ku alîkariya Sûriyeyê bikin.”

Avakirina Komîteya Aborî û Penaberan

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, “Em ê bi Sûriyeyê re komîteyek aborî ya hevbeş ava bikin û ji bo vegera penaberan bo Sûriyeyê hawîrdorek guncaw biafirînin.”

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ