MACRON: HSD A KU ŞERÊ DAIŞ'Ê KIR, LI SER SOZÊN XWE YE Û PABENDÎ PEYMANÊ YE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Sêşemê got ku entegrekirina hêzên ku li dijî DAIŞê şer kirine, bi taybetî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi sozên hatine dayîn pabend e.

Roja Duşemê, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê Serokkomarê Fransayê Macron û şandeya pê re pêşwazî kir.

Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri re li Koşka Gel a li Şamê, Macron got: "Em bi we re ne da ku em baweriya xwe bi gelê Sûriyeyê û bi xebata ku hûn ji bo avakirina aştî, ewlehî û serfiraziyê dikin, dubare bikin. Ez azadiyê wekî dozeke hevpar di navbera me de dibînim. We berpirsiyariyên xwe hilgirtiye ser xwe û heta niha gelek tişt bi dest xistine."

Pê de çû û got: "Şerê li dijî terorê dijwar e û hûn bi biryardariyeke bêrawestan wê dimeşînin. Em amade ne ku di warê ewlehiyê de, bi taybetî di warê avakirina şiyan, perwerde û hêzdarkirinê de, alîkarî û hevkariyê bikin."

Wî di konferansê de her wiha got: "Ji bo paşeroja Sûriyeyê, divê dengê qurbaniyan were bihîstin, divê dad pêk were û sûcdar, kî dibin bila bibin, divê werin darizandin. Fransa amade ye ku di darizandina kesên ku van sûcan kirine de piştgiriyê bide we û em ê zêdetirî 50 mîlyon Euro ku pereyên neyasayî yên endamekî malbata dîktatorê berê Beşar Esed e, vegerînin Sûriyeyê."

Wî tekez kir ku wan biryar daye ku ji her du aliyan balyoz erkdar bikin û bi biryardarî têkiliyan xurt bikin, hevkariyeke nû di navbera her du welatan de ava bikin û di forumên navneteweyî de piştgiriyê bidin Sûriyeyê.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ