CUMHURIYET: YASAYA JI BO PÊVAJOYÊ DIBE KU JI BO PAYÎZÊ BIMÎNE
Rojnameya Cumhuriyetê ragihand, yasaya ji bo pêvajoyê dê piştî civîna Lûtkeya NATOyê pêşkêşê parlamentoyê were kirin.
Rojnameya Cumhuriyetê derbarê yasayên ku ji bo pêvajoyê tên amadekirin îda kir ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî, piştî Lûtkeya NATOyê ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re were şandin.
Her wiha hat îdîakirin ku dibe ku rêzikname ji ber gelek pêşnûmeyên qanûnan ên ku li benda nirxandina li parlamentoyê ne, ji bo sala nû ya yasadanînê were bipaşxistin.
Berdevkê Partiya DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihandibû, ji bo qanûna çarçoveyî di meha Tîrmehê de bê nîqaşkirin, lihevkirin çêbûye.
Serokomarê Tirkiyeyê jî diyar kiribû ku yasa beriya ku parlamento bikeve bêhnvedanê dê derbikeve.
Li gorî nûçeya Cumhuriyetê; Ji bo rêziknameyên qanûnî divê li benda bidawîbûna civîna Lûtkeya NATOyê bin.
Tê payîn ku pêşkêşkirina yasayên ji bo pêvajoyê ji bo serokatiya parlamentoyê nayê wê wateyê ku pêvajoya qanûndanînê dê demildest dest pê bike.
Tê gotin ku nîqaşên yasayên ji bo pêvajoyê dibe ku ji ber hejmareke mezin a pêşnûmeqanûnên ku li benda nirxandinê ne li parlamentoyê û dijwariya salnameya qanûndanînê, ji bo sala nû ya qanûndanînê werin bipaşxistin.
2 DEMJIMÊR BERÊ