EHMED ŞERI LI TIRKIYEYÊ YE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri ji bo hevdîtinan bike çû Tirkiyeyê.

Serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi serdaneke fermî gihîştiye paytexta Tirkiyê û biryar e ku di çarçoveya civîna bilind a NATOyê de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtineke girîng bike.

Şeri di dema civîna bilind a NATOyê de gihîştiye Tirkiyê

Serdana Şeri bi civîna bilind a NATOyê re li bajêr hevdem e, ku serokên welatên hevpeymaniyê lê civiyane.

Şeri li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ve hat pêşwazîkirin.

Hevdîtinan bi Donald Trump re dike

Armanca sereke ya serdana Şeri bo Enqerê ew e ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin bike. Biryar e ku her du alî di çarçoveya civînên NATOyê de bicivin da ku rewşa li Sûriyeyê û qonaxa veguhêz nîqaş bikin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ