PIŞTÎ DAXUYANIYÊN TRUMP BIHAYÊ PETROLÊ ZÊDE BÛ

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Daxuyaniya Donald Trump a li ser Îranê li bazarên cîhanî tevliheviyek mezin çêkir; bihayê petrolê %6 zêde bûn, zêr paşve çû.

Ragihandina bidawîhatina agirbestê bi Tehranê re

Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya civîna bilind a NATOyê ya li Enqereyê de bi fermî ragihand ku agirbesta bi Îranê re “bi dawî bûye”. Trump ji rojnamevanan re got ku hêzên wan duh bi şev êrişî Îranê kirin û tekez kir ku ew bawer dike ku peymana lihevkirinê ya di navbera Washington û Tehranê de bi tevahî bi dawî bûye.

Bihayê petrolê gihîşt 7 dolaran

Piştî gotinên Trump, bihayê petrolê ji sedî 6 zêde bûn. Niha nirxa petrola Brent bi 78.90 dolarî ji bo bermîlekê tê firotin. Di heman demê de, nirxa petrola Teksasê ji ber xetereyên li ser sektora enerjiyê û îhtîmala ji nû ve girtina Tengava Hurmizê gihîşt 75 dolarî.

Daketina nirxê zêr û zîv li bazara borsayê

Berovajiyê bihayên enerjiyê, bazara zir û zîv paşve ket. Zêr ji 4,127 dolarî daket 4,055 dolarî serê onsê, ku ev yek nîşan dide ku ji 75 dolarî zêdetir onsê daketiye. Zîv jî ji 61 dolarî daket 58 dolarî serê onsê.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ