BARRACK: DÎTINA BIRÊZ SEROK EHMED ŞERI LI ENQEREYÊ, RÛMETEKE MEZIN BÛ

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê bo Sûriye û Iraqê, Tom Barrack, li paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê, nivîsek belav kir ku tê de radigihîne ku wî civîneke giring û astbilind li dar xist.

Civîna Barrack behsê kir; şandeyek ji asta bilind ji Kongreya Amerîkayê bi Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri re anî cem hev.

Di daxuyaniyekê de piştî civînê, Barrack dilxweşiya xwe ya mezin û rûmetbûyîn bo pêşwazîkirina Şeri li Enqereyê anî zimên û destnîşan kir ku di civînê de şandeyek kongreyê ya ku ji nûnerên her du partiyên Demokrat û Komarparêz pêk dihat, hebû.

Senator Jeanne Shaheen seroktiya şandeya Amerîkayî dikir û Senator Chris Coons, Mike Rounds, Dick Durbin û Lindsey Graham, tevî Nûner Michael Turner, di nav de bûn. Barrack tekez kir ku ev civîn giringiya mezin a ku Washington dide Sûriyeyê nîşan dide û wê wekî kevirê bingehîn di nav dînamîkên tevlihev û bi lez û bez diguhere yên li Rojhilata Navîn de dibîne.

Nûnerê Amerîkayî amaje pê kir ku serdanên şandeyên kongreyê yên bi vê giraniya siyasî kevirê bingehîn ê siyaseta derve ya welatê wî ye û leza zêdebûnê nîşan didin ber bi vekirina beşeke nû û xurt di têkiliyên Amerîka-Sûriyê de. Wî rave kir ku ev rê li ser baweriya hevbeş, berjewendiyên stratejîk ên hevpar û pabendbûna ji bo misogerkirina aramiya herêmî ya demdirêj e.

Barak bi destnîşankirina giringiya dîrokî ya vê qonaxê û tekezî li ser rola giring a ku Sûriye di teşedana paşeroja herêmê de dilîze, dawî li axaftina xwe anî.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ