TRUMP: SÛRIYE JI BO ŞERÊ HIZBULLAHÊ DIKARE BIBE ALÎRKAR

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Amerîkayê Donlad Trump û Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri li Enqereyê civiyan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna Lûtkeya NATOyê de got: "Sûriye dikare di şerê Hizbullahê de alîkariya me bike."

Trump behsa rewşa Sûriyeyê û bandora rakirina sizayên Qeyserê yên li ser kir û got: "Me sizayên li ser Sûriyeyê rakirin û biryara me piştgiriyeke mezin da Sûriyeyê."

Amaje pê kir ku "Sûriye dikare di şerê Hizbullahê de alîkariya me bike."

Behsa rakirina Sûriyeyê ji lîsteya piştgirên terorê kir û got: "Dibe ku em Sûriyeyê ji lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorê derxînin."

Ji aliyê xwe ve, Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê spasî û minetdariya xwe pêşkêşî Amerîka û Trumpî kir û got: "Gelê Sûriyeyê minetdarê Amerîkayê ye.

Serok Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri behsa Sûriyeyê kir û got: "Me di rizgarkirina Sûriyeyê, hilweşandina rejîma berê, yekgirtina welêt û danîna wê ser rêya rast de destkeftiyeke mezin bi dest xistiye û ev hemû bi saya gelê Sûriyeyê ye."

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ