CENTCOM: ME ÊRIŞÎ NÊZÎKÎ 90 ARMANCÊN LEŞKERÎ YÊN ÎRANÊ KIR
CENTCOMê bi fermî ragihand ku wan di xuleke nû ya êrişên esmanî de nêzîkî 90 armancên leşkerî yên Îranê li seranserê kenarên wî welatî bombebaran kirine.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, armanca sereke ya vê xula êrişan, lawazkirina şiyana Îranê ye da ku nekaribe êrişî keştiyên bazirganî û deryavanên sivîl li Tengava Hurmizê bike.
Hêzên Amerîkayê sîstemên parastina asmanî, navendên çavdêriya kenarê, depoyên mûşek û dronan, şiyanên deryayî û jêrxaneya lojîstîk a serbazî ya li seranserê kenarên Îranê kirine armanc.
CENTCOMê ragihand ku ev êriş bersiveke rasterast in li ser binpêkirina agirbestê ji aliyê Îranê ve, piştî ku Tehranê êrişî sê keştiyên bazirganî yên navdewletî kiribû.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku şeva beriya vê xulê jî, wan 80 armancên in ên leşkerî (di nav de zêdetirî 60 keştiyên biçûk ên Supaya Pasdaran) li herêmê dabûn.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hêzên Amerîkayê hişyar, kujer û amade ne ku her operasyoneke ku ji aliyê Fermandarê Giştî (Serokê Amerîkayê) ve bêt de weşandin, bi cih bînin.
2 DEMJIMÊR BERÊ