STARMER DIYARIYA ERDOGAN NEBIR WELATÊ XWE
Medyaya Brîtanyayê ragihand, Starmer diyariya ku Erdogan dabû wî nebir welatê xwe û west ku were tinekirin.
Piştî Civîna Bilind a Serokên NATOyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo serokê her welatî diyarî amade kirin.
Lê diyariya ji bo Serokê Brîtanyayê di çapemeniya wî welatî de bû mijara nîqaşê.
Li gorî Guardianê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çekên bi sêwirana taybet a ku navên wan serokan li ser hatine nexşandin, da serokên beşdarî civînê bûn.
Li gorî agahiyan, di pakêtên diyariyan de çek, qutiyek fîşek û belgeyên hinardekirinê yên pêwîst ji bo her çekê hebûn.
Her wiha hat ragihandin ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer diyariyê ji ber rêziknameyên qanûnî yên Brîtanyayê yên derbarê îtxalkirina çekan bo welêt bi xwe re nebiriye.
Li gorî raporên di çapemeniya Brîtanî de, Starmer daxwaz kiriye ku çek li Balyozxaneya Brîtanî ya li Enqereyê were hiştin û tunekirin.
Di raporê de hatiye gotin ku ev biryar li gorî rêziknameyên çekan ên Brîtanyayê hatiye dayîn.
2 DEMJIMÊR BERÊ