ÎRAN: DI ÊRIŞÊN AMERÎKAYÊ DE 14 KES HATIN KUŞTIN
Wezareta Tendirustiyê ya Îranê ragihand, di êrişên asmanî yên Amerîkayê de 14 kes hatine kuştin û 78 kes jî birîndar bûne.
Serokê Navenda Peywendiyên Giştî û Agahdariyê ya Wezareta Tendirustiyê ya Îranê Huseyîn Kermanpûr ragihand ku di êrişên asmanî yên Amerîkayê yên li ser Îranê de di du rojên dawî de 14 kes hatine kuştin û 78 kes jî birîndar bûne.
Kermanpur bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî li ser vê mijarê daxuyaniyek da.
Rayedarê Îranî bi bîr xist ku Amerîkayê di 8 û 9ê Tîrmeha 2026an de li dijî pênc parêzgehên Îranê êriş pêk anîne û diyar kir ku heta niha di van êrîşan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 78 kes jî birîndar bûne.
Kermanpur her wiha got ku 47 ji birîndaran hîn jî li nexweşxaneyan têne dermankirin, yên din jî piştî wergirtina dermankirina pêwîst ji nexweşxaneyê derketine.
2 DEMJIMÊR BERÊ