FINANCIAL TIMES: MUCTEBA XAMINEYÎ VEDIGERE
Raporên nû nîşan didin ku Mucteba Xamineyî baş bûye û nexşerêya wî ya nû ji bo pêşeroja Îranê dest pê kiriye.
Birînên Mucteba Xamineyî baş bûye
Rojnameya Financial Timesê li ser zarê çavkaniyên Îranî, siyasetmedar û dîplomatên biyanî ragihand, birînên Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyiyê ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de birîndar bûbû, baş bûye.
Mucteba Xamineyî çima di merasîma bavê xwe de amade nebû?
Li gorî rojnameyê, Xamineyî çar meh in ji medyayê û cihên giştî dûr e. Sedema sereke ya nebûna wî di merasîma cenazeyê bavê xwe, Elî Xameneyî, ne ji ber pirsgirêkên tendirustiyê, ji ber şert û mercên ewlehiyê bûye.
Zêdekirina hêza Supaya Pasdaran
Çavkaniyên nêzîkî rejîma Tehranê eşkere kirine ku Mucteba Xamineyî plan dike ku rola saziyên leşkerî, bi taybetî Supaya Pasdaran di nav hikûmetê de xurt bike. Ew dixwaze vê hêzê bi nifşekî ciwan û dilsoz re bike yek ku ji bo berdewamkirin û mayîna pergalê her fedekariyê bike.
Rêya pêşerojê ya siyaseta navxweyî û derve
Derbarê desthilatdariya Mucteba Xamineyî de, Financial Times destnîşan kir ku Îran di bin desthilatdariya Xamineyî de ji hêla siyasî ve bêtir girtî dibe. Lê berovajî vê, di warê pirsgirêkên civakî de tê payîn ku siyasetek vekirîtir bişopîne, û di navbera hişkbûna siyasî û nermbûna li ser mijarên civakî de hevsengiyek çêbike.
2 DEMJIMÊR BERÊ