ŞASIWAR EBDELWAHID: ME LI DADGEHA FEDERAL LI SER HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ GILÎ TOMAR KIR

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Tevgera Newey Niwê Şasiwar Ebdelwahid got ku wan li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo betalkirina hemû biryarên sê salên bihurî gilînameyek li Dadgeha Federal tomar kiriye.

Serokê Tevgera Newey Niwê Şasiwar Ebdelwahid, di civîneke çapemeniyê de got ku divê biryarên sê salên bihurî werin betalkirin.

Li ser helwestên li hember parlementoyê û bihayên xizmetguzariyê got: "Em alîgirê hilweşandina Parlamentoya Kurdistanê ne û divê biryarên zêdekirina bihayên kehrebayê û xizmetguzariyan werin betalkirin."

Şaswar Ebdelwahid di beşek din a civîna xwe ya çapemeniyê de li ser biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji 10ê Tîrmeha 2023an vir ve, got ku "divê her biryarên ji aliyê vê hikûmetê ve derketine, were betalkirin û ev hikûmet ji wê demê ve qediyaye."

Der barê biparvekirin û belavkirina postên bilind ên PDKyê got: "PDK nikare hemû postan ji bo xwe bibe û ew dem derbas bûye ku PDK hemû postan ji bo xwe bibe û PDK dikare nîvê wan an kêmtir ji van postan ji bo xwe bibe û divê PDK serokkomar an serokwezîr bibijêre."

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ