NETANYAHU: ŞER BI DAWÎ NEBÛYE Û EM JI BO HEMÛ SENARYOYAN AMADE NE

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku şer hîn bi dawî nebûye û ew ji bo hemî senaryoyan amade ne, di heman demê de Wezîrê Parastinê Yisrael Katz amadebûna artêşê ji bo ji nû ve destpêkirina êrişên li ser Îranê ragihand.

Netanyahu di merasîmeke leşkerî de li başûrê Îsraîlê got, "Em ji bo her senaryoyekê amade ne û em her gav ji dijminên xwe bihêztir in."

Serokwezîrê Îsraîlê tekez kir ku welatê wî dê polîtîkayeke serxwebûna çekdarî bi pêş bixe û hikûmeta wî dê di deh salên pêş de 350 milyar şegil (115 milyar dolar) li budceya xwe ya parastinê zêde bike.

Wî got ku ew ê pîşesaziyeke çekan a mezin bi pêş bixin, ku dê girêdayîbûna wan bi welatên biyanî kêm bike.

Di heman merasîmê de, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku artêş amade ye ku êrişên li ser Îranê ji nû ve bide destpêkirin û serdestiya hewayî vegerîne da ku gefê ji holê rake.

Kat behsa gihana Artêşa Îsraîlê bo her derê kir û got: "Di destpêka Operasyona "Nirêna Şêr" de, wan bavê wan Xamineyî kuşt û kurê wan bi giranî birîndar kir." Katz got û çespand ku artêşa Îsraîlê digihe her devera ku lê gef li Îsraîlê tê xwarin.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ