DALATÎ: KESÊN TEQÎNÊN LI ŞAMÊ KIRINE, ŞANEYEKE DAIŞÊ YE
Fermandarê Ewlekariya Hundirîn li Gundewarê Şamê, Ehmed Dalatî, ragihand ku lêpirsînên destpêkê yên bi endamên şaneya ku di teqînên Şamê yên 7ê Tîrmehê de beşdar bûne eşkere kirin ku ew şane girêdayî DAIŞê ye.
Dalatî amaje pê kir ku Hêzên Ewlekariyê karibûn endamekî şaneya ku teqîn pêk aniye bigirin û bi rêya operasyonên kirine, cihên endamên mayî hatine destnîşankirin.
Pê de çû û got ku Hêzên Ewlekariyê operasyoneke hevdem li çend deverên Şamê û gundewarê wê pêk anîn, di encamê de hemû endamên şaneya ku di teqînan de beşdar bûne hatin girtin.
Wî destnîşan kir ku operasyona ewlehiyê hejmarek ji deverên li Gundewarê Şamê, di nav de Huseyniye li herêma başûr û Iş Elwerwar, wekî beşek ji şopandina kesên ku beşdar bûne û xurtkirina ewlehî û aramiyê, girtiye nav xwe.
1 DEMJIMÊR BERÊ