LI SILOPIYÊ DI PEVÇÛNEKÊ DE 6 KES BIRÎNDAR BÛN
Elî Zalo 2 DEMJIMÊR BERÊ
Li navçeya Silopiyê ya girêdayê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du koman de şer derket, di encamê de 6 kes birîndar bûn, di nav de 3 polîs hene û 11 kes jî hatin girtin.
Li gor agahiyan; ji ber nîqaşa ku li Kolana Îpekyolu ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê di navbera du koman de dest pê kir, zû veguherî şerekî bi kevir û daran. Piştî agahdarkirina şêniyên navçeyê; tîmên polîs û pizişkî xwe gihandin cihê bûyerê .
Di şer de bi tevahî 6 kes birîndar bûn , ji wana 3 kes polîsên ku hewl dan şer rawastînin û 3 kes din ji aliyên dijber in.
Birîndar piştî wergirtina alîkariya pêşîn ji tîmên pizişkî, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.
Polîsan jî dere barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin .
Elî Zalo
2 DEMJIMÊR BERÊ