BARRACK: VEGERA SÛRIYEYÊ BO OPCW'YÊ; NÎŞANA PÊŞKETINA TÊKILIYAN E
Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê bo Sûriye û Iraqê, Tom Barrack, roja Înê ji ber vegera maf û karbidestiya Sûriyeyê di nav Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) de pîrozbahî lê kir û ev gav wekî nîşaneke bipêşketina di têkiliya hikûmeta Sûriyeyê bi civaka navneteweyî re nirxand.
Barrack li ser hesabê xwe yê Xyê pîrozbahiya xwe weşand û diyar kir ku vegerandina van mafan gaveke giring e.Barrack vegera Sûriyeyê weke pêşketineke berbiçav nirxand û pabendbûna wê ya bi têkiliya berpirsyar bi civaka navneteweyî re bi nav kir.
Encûmena Birêveber a OPCWyê duh biryarek da ku maf û karbidestiya Sûriyeyê di bin Peymana Çekên Kîmyewî de ji nû ve vegerîne, gavek ku piştî hevkariya di navbera saziyên Sûriyeyê û OPCWyê û Sekreteriya Teknîkî de di çareserkirina mijara bernameya çekên kîmyewî ya bi rejîma berê ve girêdayî de hat.
Di Nîsana 2021an de, Dewletên Endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) biryar dan ku hin mafên Sûriyeyê di nav rêxistinê de rawestînin, piştî lêpirsînên ku gihan wê encamê ku rejîma berê berpirsyara bikaranîna çekên kîmyewî di êrişên li ser bajarokê Letemaniyayê li gundewarê Hemayê di 2017an de û bajarê Seraqib li gundewarê Îdlibê di 2018an de bû.
OPCW û Neteweyên Yekbûyî peywireke hevbeş ava kirin da ku çekên kîmyewî li Sûriyeyê kontrol bikin. Peywirê piştî hilweşandina depoyeke çekên kîmyewî ya ragihandî di 2014an de karê xwe temam ragihand.
Lê belê, lêpirsînên paşê yên ji hêla OPCWyê û mekanîzmayên din ên navneteweyî ve nîşan dan ku rejîma berê bernameya xwe ya çekên kîmyewî ya tevahî ranegihandiye û madeyên kîmyewî yên wekî klor û xaza sarîn di êrişên paşê yên li Sûriyeyê de berdewam dikin.
1 DEMJIMÊR BERÊ