GORISTANAN ERMENAN LI STENBOLÊ HAT XIRABKIRIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Goristana Ermenan a li Stenbolê ji aliyê kesên nenas ve hat binpêkirin û polîsan ragihand heta niha kesên tewanbar nehatine girtin.

Li navçeya Uskudarê ya Stenbolê kesên nasnameya wan ne diyar, êrişî Goristana Surp Garabet a Ermenan kir. Li gorî agahiyan ew koma suncdar di ser dîwarên goristanê re ketine nava goristanê û êrişî goran kirine. Di encamê de 6 gor şikandine û kaniyeke goristanê zirar dîtiye.

Patrîkgeha Ermenan a Tirkiyeyê der barê bûyerê li navenda polîsan a Stenbolê gilîname rakir û wan agahî da ku heta niha kesên ku êrişê pêk anîne hîna jî nehatine girtin.

Dêra Surp Garabet a Uskudarê ragihand ku êriş li ser gora Surp Garabetê a Baglarbasiyê pêk hatiye û wan demildest lêpirsîn da destpêkirin.

Dêra Surpê da zanîn ku ji bo kes an jî kesên ku êrişî goristinan kirine divê demildest werin vedîtin û ev kirin bi tundî şermezar kir.

Goristana Ermenan a Surp Garabetê; goristaneke dîrokî ye û temenê wê vedgere berî 500 salî berî niha û tê de gorên kesayetên navdar ên dînî, siyasî û civakî yên Ermenan hene.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ