PARLEMENTOYA EWRÛPAYÊ: ARTÊŞA TIRKIYEYÊ DESTDIRÊJÎ LI JINÊN LI QIBRISÊ KIRIYE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Parlamentoya Ewropayê, Artêşa Tirkiyeyê bi destdirêjiya li ser jinên li Yewnanistana Qibrisê tawanbar kir û ragihand ku divê Artêşa Tirkiyeyê ji beşa Tirkiyayî ya Qibrisê derkeve. Tirkiye jî ev angaşt bêbingeh bi nav kir.

Parlamentoya Ewropayê, ku dezgeha yasadanînê ya Yekîtiya Ewropayê ye, bi yekdengî pêşnûmeyek li dijî hebûna Tirkiyeyê li Qibrisê derxist, ku tê de dibêje, dema ku Artêşa Tirkiyeyê di sala 1974an de êrişî Qibrisê kir, li Yewnanistana Qibrisê destdirêjî li zarok û jinan kiriye.

Parlamentoya Ewrupayê bang li Artêşa Tirkiyeyê kir ku ji Qibrisê derkeve û biryar da ku divê Enqere qurbaniyên operasyona leşkerî ya sala 1974an qerebû bike.

Tirkiye operasyona wê demê wekî gaveke pêwîst ji bo parastina gelê beşa Tirkiyeyî ya Qibrisê bi nav dike û Neteweyên Yekbûyî jî wekî "dagirkerî" bi nav dike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê tavilê bersiv da biryarên Parlamentoya Ewropayê û ew bênirx û bêbingeh bi nav kir. Di vê navberê de, Parlamentoya Ewropayê bi ketina bin bandora hin aliyan tawanbar kir û ragihand ku ev biryar bêbextî ne û dûrî rastiyê ne.

Beşa Tirkiyeyî ya Qibrisê jî, ku tenê ji hêla Tirkiyeyê hatiye naskirin, biryarên Parlamentoya Ewropayê pesend nake û bi tundî şermezar kir.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ