PEZEŞKIYAN: EZ SPASIYA HIKÛMET Û GELÊ IRAQÊ DIKIM
Di peyamekê de, Serokkomarê Îranê spasiya hikûmet û gelê Iraqê kir ji bo beşdarbûna wan di merasîma oxirkirina termê Xamineyî de û hêvî kir ku têkiliyên di navbera herdu welatan de kûrtir û xurttir bibin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li ser hesabê xwe yê Xyê peyamek belav kir, ku tê de nivîsîbû: "Ez spasiya Serokkomar, Serokwezîr, rayedar û gelê Iraqî yê dost û bira dikim ji bo mazûvaniya merasîma oxirkirina termê rêberê me yê şehîd."
Pezeşkiyan got ku merasîm nîşana rûmeta Îslamî û Erebî ye û Xamineyî her gav tekezî li ser xurtkirina biratiyê di navbera gelên Iraq û Îranê de kiriye.
Pezeşkiyan got: "Gelê Îranê wê qet dîmen û dilsoziya Iraqiyan ji bîr neke."
Di dawiya peyama xwe de, Pezeşkiyan got ku ew hêvî dike ku têkiliyên di navbera herdu welatan de li ser bingeha têkiliyên kûr ên biratî, çandî û dînî kûrtir û xurttir bibin.
Termê Xamineyî di 7ê Tîrmehê de giha balafirgeha Necefê, tevî Mesûd Pezeşkiyan, Wezîrê Derve Ebas Eraqçî û fermandarê Tûgaya Qudsê Îsmaîl Qaanî; zêdetirî 10 milyon kes beşdarî merasîma oxirkirina termî li Necef û Kerbelayê bûn.
Term roja Pêncşemê piştî nîvro ji balafirgeha Necefê ber bi Meşhedê ve bi rê ket û bi merasîmeke mezin li bajêr hat veşartin.
4 DEMJIMÊR BERÊ