HECERÎ: DI TEMÛZA REŞ DE, KOMÊN TERORÎST KOMKUJÎ LI DIJÎ DURZIYAN KIRIN
Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Durzî Şêx Hikmet Selman Hecerî di bîranîna "Tîrmeha Reş" de, komkujiyên li Siwêdayê şermezar kirin, banga xurtkirina yekitî û avakirina saziyên herêmî kir.
Serokê Rûhanî yê Civaka Mislimanên Durzî Şêx Hikmet Selman Hecerî di daxuyaniyekê de bi boneya bibîranîna bûyerên Tîrmeha 2025an, ku wekî "Tîrmeha Reş" tê binavkirin, ragihand ku ev bûyer bûn komkujî û hewldana qirkirinê. Hecerî got ku gelê herêmê karî van bûyeran derbas bike û yekîtiya xwe biparêze.
Hecerî "komên terorîst" bi pêkanîna komkujiyan tawanbar kir û got ku gel hê jî rûbirûyê hewldana koçberkirinê, guhertina nifûsê, destdirêjî, astengkirina perwerde û dadê û êrişên bi tirimbêlên bombebarîkirî rû bi rû ye.
Hecerî banga parastina yekîtiya civakê, lêpirsîna sûcên kesane, têkoşîna li dijî gendeliyê û avakirina saziyên herêmî kir.
Di dawiyê de, Hecerî spasiya Îsraîlê kir ku alîkariya parastina gelê herêmê kir û pêşî li qirkirinê girt.
2 DEMJIMÊR BERÊ