ROJNAMEYA CUMHURIYET: REŞNIVÎSA QANUNA ÇARÇOVEYÊ AMADE YE

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Rojnameyeke Tirkiyeyê ragihand ku pêşnûmeya "Yasaya Çarçoveyê" amade ye û Pêvajo bi hestyariyeke mezin berdewam dike.

Rojnameya Cumhuriyetê ji çend çavkaniyên di nav Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partiyê) de ragihand ku pêşnûmeyasayek li ser vegera endamên PKKyê hatiye amadekirin.

Çavkaniyên di nav AK Partiyê de gotin ku armanca sereke ya dewletê ew e ku çekdanîna endamên rêxistinê bi awayekî saxlem û zelal were destnîşankirin.

Li gorî heman çavkaniyan, rayedarên AK Partiyê naxwazin ku tedbîrên yasayê di civaka Tirkiyeyê de bibin sedema nakokiyên gur û aloz, bi taybetî hestyariyên partiyên neteweperest têne berçavgirtin û dewlet destwerdanê li xetên xwe yên sor nake.

Rojnameya Cumhuriyetê ji çavkaniyên di nav AK Partiyê de ragihand ku behskirina berdewam a navê Abdullah Ocalan ji aliyê DEM Partiyê ve di nav hin beşên civakê de dibe sedema nerazîbûnê. Wan di vî warî de banga gavên baldar kir.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ