BI SEDAN JI MALBATÊN EFRÎNÊ HÎNA LI NAVÇEYÊN ROJAVA KOÇBER IN

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Heta niha bi sedan ji malbatên Efrînê, li Qamişlo, Hesekê û Kobaniyê ne. gelek ji malbatan piştî ku vegeriyane Efrînê û nekarîn malên xwe vegerînin neçar man dîsa vegerin cihên koçberiya xwe. 

Heta niha malên bi hezaran ji efrîniyên vegeriyane nehatine valakirin û ev ji bo wan bûye pirsgirêkeke mezin.

Malbatên Efrînê yên vegeriyane vê carê li ber dergehê mala xwe koçber in.

Piştî koçberên vegeriyane, bi sedan ji malbatan malên xwe venegerandine û ji ber wê yekê hinek ji wan li gundê niştecihbûnê yê li navçeya Şera hatine bicihkirin, hinek jî dîsa vegeriyan Hesekê, Qamişlo û Kobaniyê.

Koçberên Efrînê:

  • Heta niha derdora 500 malbat koçber in
  • Rewşa wan zehmet e û dixwazin vegerin

Li gorî agahiyên ku Kanal8ê ji Kombenda Efrîn a Civakî bidest xistine, niha derdora 500 malbatên Efrînê li Hesekê, Qamişlo û Kobanê ne û rewşa wan zehmet e û dixwazin vegerin malên xwe.

Niha zêdetir li 1500 malbatên ji parêzgehên Dêrazor, Dîmeşqê û Humsê li Efrînê mane û heta niha ji malên kurdan derneketine. Li gorî agahiyên Kanal 8’ê bi dest xistine li navçeya Recoyê malbateke ji erebên hawirde 5 hezar dolar ji malbateke kurd xwestine da ku ji mala wan derkevin.

Berê jî KANAL8ê bidest xistibû malbata çekdarekî Îgorî di mala kesê bi navê Beşîr Hac Yûsif ê ji gundê Mareskê de û daxwaza 7 hezar dolaran dike da ku derkeve.

Koçberekî Efrînî yê ji li Qamişloyê ye û amadekariyan dike bi serê xwe vegere Efrînê Ehmed Heyder ji KANAL8ê re diyar kir, çekdaran mala bavê wî bi tevahî têk dabûn û 150 darên wan ên zeytûnan birî ne.

Li gorî Heyder malbata wî 6 hezar dolar ji bo malê sererast bikin xerc kirine û ji bo wê neçar bûne pereyan deyn bikin.

Li aliyekî din koçberê Efrînê Şervan Bekir ji KANAL8ê re got, ew vegeriyan Efrînê lê ji ber me nikarî mala xwe vegerînin ew dîsa vegeriyan Kobaniyê.

Li gorî Şervan Bekir, ne tenê ew lê bi sedan ji malbatên Efrînê wiha bûne û gelek ji wan mal kirê birine yan li gel xizmên xwe ne û yan jî vegeriyane Hesekê, Qamişlo û Kobaniyê.

Ji destpêka îsal ve bi hezaran ji malbatên Efrînê bi 8 karwanên vegerê ji bo warê xwe vegeriyabûn.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ