DI SER MERASÎMA ŞEWITANDINA ÇEKAN A PKK'YÊ RE SALEK DERBAS BÛ
Salek di ser merasîma şewitandina çekan a PKKyê re derbas bû ku yekem pêngava pratîkî ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê ye, lê heta niha ti yasayek derbarê pêvajoyê de derneketiye.
Di 1ê Cotmeha 2024an de pêvajoya aştiyê bi hejandina destê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi hevserok û parlamenterên DEM Partiyê Tirkiyeyê re dest pê kir.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 5 û 7ê Gulana 2025an de li ser banga Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û di kongreyê de biryara hilweşandina xwe û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da.
Beriya salekê di 11ê Tîrmeha 2025an de li ber şikefta Cesenayê ya parêzgeha Silêmaniyê bi amadebûna bi dehan medyayên navxweyî û biyanî merasîmeke sembolîk şewitandina çekan hat lidarxistin.
Merasîm piştî 2 roj şûnde peyama Ocalan a ji Îmraliyê bi vîdeo hat weşandin, ev cara yekem e
Koma ku ji 15 jin û 15 zilaman pêk dihat û ji aliyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat ve dihat birêvebirin.
Piştî agirbestê ku bû sedema bertekên berfireh ên herêmî û navneteweyî, Besê Hozat got, ji bo ku pêvajo bi ser bikeve divê gavên qanûnî bên avêtin.
Tevî ku piştî mehekê ji merasîma şewitandina çekan a PKKyê komîsyona pêvajoya aştiyê ya parlamentoyê hat avakirin û rapora xwe ya ji bo destpêkirina xebatên qanûnî eşkere kir jî, salek bêyî ti tedbîrên yasayî derbas bû.
Tevî ku tê pêşbînîkirin di vê mehê de yasayek derbarê prose û vegera endamên PKKyê bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê were derxistin jî, lê ti metneke ku PKK, Ocalan û rayedaran li ser li hev kirine, nîne.
Tevî hesasiyeta rewşê jî heyet û xizm û parêzerên Ocalan ji 24ê Gulana îsal ve serdana Ocalan nakin.
Di serê vê mehê de KCKyê daxuyaniyeke tund da û diyar kir ku li ser hiqûqê ti nêrîn ji Ocalan û tevgera wî nehatiye girtin. Ji ber vê yekê bêyî ku azadiya fîzîkî û azadiya xebatê ji Ocalan re bê misogerkirin, tu kes nikare biryara çekberdanê bi cih bîne.
1 DEMJIMÊR BERÊ