MALBATÊN ROJAVA JI BO KESÛKARÊN XWE LI SER PÊYAN E
Sema Reşid 2 DEMJIMÊR BERÊ
Malbatên dîlan ên Til Temira Rojavayê Kurdistanê ji bo diyarbûna çarenivîsa kesûkarên xwe xwepêşandan li dar xist.
Îro ber bi danê êvarê malbatên dîlan ên Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê rêya navneteweyî ji trafîkê re girtin.
Malbatên dîlan di xwepêşandanê de ji hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê xwestin ku çarenivîsa kesûkarên wan diyar bibe û bên berdan.
Malbatan di çalakiyê de pankartên mîna, “Em ji doza girtiyên xwe danakevin, Eger hûn nebin yek hûn dê bên kuştin yek bi yek” rakirin.
Malbatên dîlan ji bilî ku daxwaza berdana kesûkarên xwe ji hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê kirin, bang li Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo berdana girtiyan hewlên zêdetir bidin.
Sema Reşid
2 DEMJIMÊR BERÊ