MIDDLE EAST EYE: IRAQ Û SÛRIYE PLAN DIKIN KU BORIYEKE PETROLÊ YA "DÎROKÎ" JI NÛ VE VEJÎNIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Berpirsên payebilind ên Iraqî û herêmî roja Şemiyê ji Middle East Eye re eşkere kirin ku Iraq, Sûriye û Amerîka plan dikin ku boriyeke dîrokî ya petrolê ya 800 kîlometreyî ber bi beravên Sûriyeyê li ser Deryaya Spî ve ji nû ve çalak bikin, bi armanca dûrketina ji kirîza li Tengava Hurmuzê.

Malperê ji devê berpirsên payebilind ên Iraqî û herêmî vegot ku "Iraq, Sûriye û Amerîka plan dikin ku boriyeke dîrokî ya petrolê ya 500 mîlî (nêzîkî 800 kîlometreyî) ber bi beravên Sûriyeyê li ser Deryaya Spî ve ji nû ve çalak bikin, wekî beşek ji hewildanên kêmkirina serdestiya Îranê li ser Tengava Hurmuzê."

Çavkaniyan ji malperê re gotin ku "tê payîn ku peymana ji bo ji nû ve çalakkirina boriyê - ku di destpêkê de ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ber bi bajarê beravên Sûriyeyê Banyas ve diçû - hefteya bê were ragihandin, ku hevdemî bi hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li Koşka Spî."
Pê de çû û got ku nûnerê Trump bo Sûriye û Iraqê, Tom Barrack, berî serdana Zeydî, ku tê payîn rawestgehekê li Teksasê jî di nav xwe de bigire, dixebite ku hûrgiliyên peymanê temam bike, ku navendeke sektora enerjiyê ya Amerîkayê ye.

Berpirsekî payebilind ê Iraqî ji malperê re got ku "Barrack têkiliyeke xebatê ya baş bi Zeydî re bi pêş xistiye û dixwaze projeya boriyê wekî modelek ji bo projeyên bazarganî li herêma Levantê bi kar bîne, projeyên ku Barrack demeke dirêj e wekî sûdmend ji bo hem Amerîka û hem jî hikûmetên herêmî pêş dixe."

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ