GERA YEKEM A CIVÎNA ENCÛMENA GEL DEST PÊ DIKE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Encûmena Gel a Sûriyeyê amadekariya gera yekem dike. Parlamenter derbasî hola Encûmena Gel dibin da ku sonda xwe ya destûrî bixwin û Serokê Encûmenê hilbijêrin.

Berî ku endam sonda destûrî bixwin, ku şiyana wan a yasayî ji bo pêkanîna erkên xwe yên yasadanînê nîşan dide; gera civînê bi serokatiya endamê herî temenmezin dest pê dike û endamê herî temenciwan dibe alîkar û sekreter ji encûmenê re.

Piştî sondxwarinê, Encûmena bi dengdana veşartî Serokê xwe, Cihgirê Serokê xwe û du Sekreterên xwe hildibijêre.

Pişt re Serokê nûhatiye hilbijartin serokatiya rûniştinê dike, karûbarên Encûmenê bi rê ve dibe û roja rûniştina din destnîşan dike, bi vî rengî bi fermî dest bi gavên xwe yên destûrî yên saziya yasadanînê dike.

Li gorî rêziknameyên pergala hilbijartinê ya demkî, Serokê Encûmena Gel, ku di rûniştina yekem de hatî hilbijartin, Serokkomarê Komarê vedixwîne ku beşdarî rûniştina duyem bibe.

Serokkomar tê vexwendin ku axaftinekê li ber Encûmenê pêş kêş bike, bi vî rengî proseyên ku Encûmen pê dest bi erkên xwe yên destûrî bike, temam dike.

Piştî hilbijartina sazûmaniya serokatiya xwe, Encûmen dê dest bi nivîsandina rêziknameyên xwe yên navxweyî bike. Di meha yekem de, amadekarî ji bo rêxistinkitina karê wê, komîteyên wê yên herdemî û mekanîzmayên nîqaşkirina pêşnûmeyên yasayan û bikaranîna desthilatên wê yên çavdêrî û yasadanînê didomin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ