MEZLÛM EBDÎ JI BO LINDSEY GRAHAM PEYAMA SERSAXIYÊ WEŞAND
Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ji bo Senatorê Amerîkî Lindsey Grahamê koça dawî kiriye peyama sersaxiyê weşand.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew bi bihîstina agahiya koça dawî ya Senator Lindsey Graham, pir xemgîn bûye.
Mezlûm Ebdî da zanîn, xizmeta Graham a berfireh, serokatiya wî ya bi prensîb, piştgiriya wî ya bêrawestan ji bo Kurdan û parêzvaniya wî ya bêdawî ji bo Sûriyeyek aştiyane û dadperwer dê di dîrokê de bimînin.
Ebdî di dawiya peyama xwe de sersaxiyên xwe yên ji dil ji malbat, heval û hezkiriyên wî re xwest û got, “Bila ew di aştiya herheyî de razê.”
Kanal8
4 DEMJIMÊR BERÊ