AXIOS: AMERÎKAYÊ DU BINGEHÊN LI TENGAVA HURMIZÊ KIRINE ARMANC

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Axiosê ragihand, Amerîkayê du bingehên li Tengava Hurmizê kirine armanc. 

Berpirsê Amerîkî ji malpera Axiosê re ragihand, Amerîkayê li Tengava Hurmizê pergalên mûşekî û keştiyên şer ên Supasa Pasdaran armanc girtiye.

Armanca êrişan lawazkirina şiyanên Îranê ye
Di heman demê de, rayedarekî Amerîkî ji New York Timesê re got ku armanca êrişan lawazkirina şiyana Îranê ya êrişkirina keştîyên bazirganî li Tengava Hurmizê ye.

Rayedarê teknîkî yê Îranî hat kuştin
Ajansa Nûçeyan a Fars ragihand ku serokê beşa tamîrkirinê ya Şîrketa Telefonê ya Hurmizgan di êrişeke asmanî ya Amerîkî de li girava Farur li bendera Langa li parêzgeha Hurmizganê hat kuştin û du hevkarên wî birîndar bûn.

Teqîn li Girava Qeşm û Bender Ebas
Ajansa Nûçeyan a Fars ragihand, di heman demê de, dengê teqînan li Girava Qeşm û Bender Ebasê hat

Parêzgarê Qeşm ji Fars Newsê re got ku îro herî kêm 10 heta 11 mûşek li giravê hatine avêtin, hedefên leşkerî kirine, lê ti qurbanî çênebûne.

Bombebaranên îro yên ji aliyê Supaya Pasdaran ve
Piştî ku fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkî got ku wê pêla sêyemîn a êrişan dest pê kiriye, Supaya Pasdaran roja Çarşemê welatên Kendavê yên wekî Urdun, Kuweyt, Îmarat, Behrêyn û Qeter bi dron û mûşekan armanc girtin,

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ