KEÇA 3 SALÎ YA LI KERKÛKÊ ÇAWA HAT KUŞTIN?

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li bajarê Kerkukê keçek sê salî hat kuştin, her wiha du xortên nûciwan bi gumanbariya kuştina wê zarokê hatin girtin.

Îro li Kerkûkê zarokeke keç a 3 salî kuştî hat dîtin û polîsan derbarê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê bûyerê de ji KANAL8ê re got, mala wê zaroka keç a ku hatiye kuştin nêzî mala her du kurên ku bi tometa kuştina wê hatine girtin bûye. Zaroka keç hevala herdu kurên ku temênê wan 10 û 11 salî bûye. 

Amir Şiwanî da zanîn, li gorî dîmenên kamerayên çavdêriyê, her du ciwanan keçik birin avahiyek vala ya bi navê navenda ciwanan, keçik dest bi girî kir û her du kur tirsiyan, di avahiyê de av hebû, ew avêtin nav avê û xeniqîn.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê da diyarkirin, ew gotegotên ku dibêjin zaroka keç rastî destavêtinê hatiye hîn jî zelal nebûye û Bijîşkiya Dadê ya Kerkûkê derbarê mijarê dest pê lêkolînan kiriye.

Amir Şiwanî da zanîn heke derbarê mijarê pêşketinên nû çêbûn, dê raya giştî were agahdarkirin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ