96 SAL BERÊ KOMKUJIYA GELIYÊ ZÎLAN HAT KIRIN

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Di ser komkujiya Geliyê Zîlan re 96 sal derbas bûn ku tê de bi hezaran jin, zarok û sivîlên Kurd ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve hatin kuştin. 

Geliyê Zîlan dikeve navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.

Di dema tevgera neteweyî ya Agiriyê de, di Tîrmeha sala 1930’an da 44 gundên Geliyê Zîlan ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin şewitandin.

Herwiha nîştecihên sivîl ên wan gundan jî bi komî hatin kuştin.

Komkujiya Geliyê Zîlan di bin fermandariya Salih Omurtak, Fermandarê Artêşa Nehemîn a Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Li gorî şahidên komkujiyê û wêneyên ku li ser komkujiyê hatine belav kirin, hêzên Tirkiyeyê zikên jinên ducanî qelaştin û pitikên wan derxistin, her wiha mirov bi hev girêdan û ew gulebaran kirin.

Di 12-13yê Tîrmeha 1930an de li navçeya Erdîş a Wanê li Geliyê Zîlan de bi deh hezaran Kurd hatin kuştin.

Tevî gundên Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorova, Binesî, Bunizî, Pelex û Kerxê 44 gund hatin şewitandin û welatiyên ku ji komkujiyê xilas bûn, hatin sirgûnkirin.

Di Komkujiya Geliyê Zîlanê de,15.000 Kurd hatin kuştin ku di nav wan de gelek zarok, jin, kal û pîr jî hebûn.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ