ŞANDEYA ÎMRALIYÊ DÊ BI KURTULMUŞ Û ALA RE BICIVE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê dê roja Çarşemê bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û Cîgirê Serokê AK Partiyê Efkan Ala re bicive.

Çavkaniyên ji nav DEM Partiyê ragihandin ku, endamên şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê roja çarşemê bi her yek ji serokê parlementoya Tirkiyê Numan Kurtulmûş û Cîgirê Serokê AK Partiyê Efkan Ala re bicivin. 

Ev civîn di demekî de ye ku bendewariyeke zêde heye, di vê hefteyê de pêşnûmeya qanûna çarçoveyê pêşkeşî parlementoyê were kirin. 

Li gorî agahyên berê jî, diviyabû îro pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ji partiyan re bihata şandin û piştre jî ji aliyê şandeya Îmraliyê ve pêşkeşî Abdullah Ocalan jî hatiba kirin ji bo ku ew jî erê bike.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ