GULERYUZ: PÊVAJO NEXITIMIYE
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz li ser pêvajoyê axivî û got, “Ez naxwazim bibêjim pêvajo xitimiye.”
Pêvajoya Aştiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi nîqaşûn derxistina yasayên ji bo pêvajoyê berdewam dike.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz û Endama TJAyê Sebahat Tuncel derbarê pêvajoyê û geşedanên dawî bi KANAL8ê re axivîn.
Guleryuz da zanîn nêzî 50 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîn nayê kirin û ev yek jî bi serê xwe pirsgirêk e.
Guleryuz derbarê nîqaşên ji bo yasaya pêvajoyê ya di navbera Ocalan û dewletê de wiha pê de çû: Dema ku nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê dihatin kirin, nêzîkatiya Birêz Ocalan û nêzîkatiya aqilê dewletê an jî ya hikûmeta AK Partiyê li ser zemîneke hevpar rûneniştin. Tevger û lîstika hikûmetê cuda ye.
Guleryuz da diyarkirin; Ocalan, tevî aktorên siyaseta demokratîk, Tevgera Azadiya Kurd û vê pirsgirêkê di çarçoveya demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê de dinirxîne. Lê, mekanîzmaya dewletê an jî berdevkên hikûmetê zêdetir di bingeha polîtîkayên ewlekariyê de nêzî mijarê dibin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê daz zanîn, ji ber ku nêzîkatiya ewlekariyê berdewam dike, çareseriya giştî û yekbûyî ya pirsgirêka Kurd hêj nehatiye ser maseyê.
Guleryuz got ew hemû li bendê ne ku di demek nêz de hevdîtinek bi Ocalan re çêbibe û wiha pê de çû: Diviyabû ev hevdîtin hefteya borî bihata kirin. Ku heta îro çênebûye, ev bi serê xwe pirsgirêk e. Bi taybetî piştî ku Civîna NATOyê bi dawî bû, em êdî li bendê ne ku di demek herî nêz de hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêbibe. Yanê em dikarin bêjin di vê astê de xitimiye.
Endama TJAyê Sebahat Tuncel da zanîn pêdivî bi rêziknameyeke qanûnî heye ku statuya Ocalan jî di nav de be û rê li ber çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd veke.
Tuncelê da diyarkirin tevî ku pêvajo dimeşe tecrîda li Îmraliyê berdewam dike û got, “Nîqaşa li ser statuya Birêz Ocalan ne meseleyeke şexsî ye. Ev, di esasê xwe de nîqaşa naskirina statuya siyasî ya gelê Kurd e. Birêz Ocalan ew aktor e ku li ser navê Kurdan li ser wê maseyê rûniştiye. Ji ber vê yekê, statuya Birêz Ocalan ji bo statuya siyasî ya Kurdan jî xwedî girîngiyeke mezin e.”
Tuncelê bal kişand li ser derxistina qanûna ji bo pêvajoyê û wiha pê de çû: Berî ku parlamento bikeve betlaneyê, divê qanûn were derxistin. Berî ku qanûn were parlamentoyê jî, divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin were kirin û çarçoveya qanûnê were nirxandin.
1 DEMJIMÊR BERÊ