TANRIKULU: PIRSGIRÊKA KURD BI AŞTIYÊ ÇARESER DIBE
Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu got, "Pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê, bi demokrasî, dadperwerî, aştî û di çarçoveya pîvanên dewleta hiqûqê de dikare were çareserkirin."
Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu derbarê pêvajoya çareseriyê û operasyonên li dijî CHPyê tên kirin ji KANAL8ê re axivî.
Sezgîn Tanrikulu bal kişand li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokrasiyê û wiha pê de çû: Pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê, bi demokrasî, dadperwerî, aştî û di çarçoveya pîvanên dewleta hiqûqê de dikare were çareserkirin.
Tanrikulu derbarê operasyonên li dijî CHPyê tên kirin jî wiha got, “Her kesê ku li Tirkiyeyê aştiyê dixwaze, dizane ku ev operasyonên li dijî mûxalefetê û bi taybetî jî li dijî CHPyê tên kirin, di heman demê de li dijî vîna çareseriyê û daxwaza aştiyê tên kirin.”
Tanrikulu da zanîn yên ku van operasyonan dikin, li Tirkiyeyê aştiyê naxwazin, dixwazin pevçûn berdewam bike û got, “Divê ev yek jî were zanîn. Di jîngeheke weha de dê mirov çawa siyasetê bikin? Kesên ku çek hilnadene destê xwe û li dijî pevçûnê sekinîne, îro di girtîgehê de ne.”
3 DEMJIMÊR BERÊ