KOÇBERÊN GUNDÊN TIL TEMIR Û ZIRGANÊ VEDIGERIN WARÊ XWE
Li ser xeta navbera herêmên Serêkaniyê-Til temir-Zirganê malbatên koçber ji gundewarên van herêman, dest bi vegera ji cih û warê xwe re kirin.
Welatiyên ji gundên di navbera Til temir û Zirgan û Serêkaniyê de, ku herêma wan wekî xeta agir û tije mayîn dihate naskirin hêdî hêdî vedgerin cih û warên xwe. Lê li gorî welatiyên ku vegeriyane, wêraniya ku li mal û binesaziya gundên wan pêk hatiye û nebûna xizmetên bingehîn, bûye astengiyeke mezin li pêşiya wan.
Şêniyên ku vedigerin ji ber kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn, bi taybet elektrîk û avê, êşê dikişînin, ji ber ku torên avê wêran bûne. Rê û dezgehên xizmetguzariyê jî xerab bûne. Her wiha ji bo ji nû ve avakirinê û çareserkirina encamên wêraniyê tu bernameyeke diyar tine ye.
Koçberan bang li rayedarên têkildar ên hikumeta veguhêz û rêxistinên navneteweyî kir ku beramber zirara ku li mal û gundên wan hatiye kirin, alîkariya darayî bidin wan. Her wiha daxwaz kirin ku rêxistinên mirovî bikevin herêmê û rewşa gundên wêranbûyî bişopînin da ku koçber bikarin vegerin û jiyana xwe piştî salên koçberiyê ji nû ve ava bikin.
3 DEMJIMÊR BERÊ