TAYÊ LIHEVKIRINÊ DI NAVBERA PYD Û ENKS DE ZIRAV BÛYE
Li Rojavayê Kurdistanê encamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî pêk nayên, dîsa herî dawî bûye şerê daxuyaniyan ê PYDyê û ENKSyê, çima ev yek dibe, heta niha nayê zanîn, tevî ku Kurd li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hestyar de ne.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî di 26 nîsana sala bihurî de pêk hatibû û tevahî alî û partiyên Kurdî tev li konferansê bibûn ti partiyek li derveyî wê konferansê nehat hiştin, di konferansê de şandeya Kurdî ya ku dê daxwaza mafê Kurdan bike hatibû encamdan, lê heta niha ew şande pûç e û ti kar nekiriye, mînaka vê yekê jî ku herî dawî PYDyê du civîn bi partiyên Kurdî rê çêkiribûn der barê çawaniya çalakkirina şandeyê û di civînekê de banga lidarxistina konferanseke din kiribû. ENKS ji vê yekê aciz bibû û daxuyaniyek dabû.
ENKS diyar kiribû ku HSDyê şandeyên teknîkî bêyî wan dişîne Şamê û tev li re civînên ku PYDyê lidarxistibûn nebû, tevî ku PYDyê gotibû wan ENKSyê vexwendibû. Girêdayî şandina şandeyan ji bo Şamê, ENKSyê jî şandeyek 3 Sibatê bêyî Şandeya Kurdî ya hevbeş şandibû Şamê û bi Ehmed Şeri re civiyabûn.
Her wiha ENKSyê di daxuyaniya xwe diyar kiribû, PYDyê li gorî biryarên Konferansa 26ê Nîsanê tev nagere û got, PYD rêkeftina Qamişloyê ya 2020 bi bin xistiye û her wiha PYDyê û HSDyê tawanbar kiribû di navê şandeyên teknîkî de bi takekesî tev digerin.
Rêkeftina 2020an a di navbera ENKSyê û PYDyê bi serperştiya Amerîkayiyan pêk hatibû.
Di heman demê de Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDyê bersiva ENKSyê dabû û gotibû, ENKSyê rastiyan berûvajî dike û got, ENKSyê karê Şandeya Kurdî ya hevbeş asteng dike û bi taybet helwestên ENKSyê yên piştî Konferansa 26ê Nîsanê.
2 DEMJIMÊR BERÊ