ALIYEV: BI RÊYA SÛRIYEYÊ, EM DIKARIN XAZÊ HINARDEYÎ WELATÊN CÎRAN BIKIN
Serokkomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev, tev li 4em Foruma Medyaya Cîhanî ya bajarê Şûşayê bû û gotarek pêşkêş.
Aliyev di gotara xwe de behsa peywendiyên bazarganî yên di navbera xwe û Sûriyeyê de kir û ragihand, ew bi rêya Sûriyeyê dikarin xaza xwezayî hinadeyî welatên cîran bikin û got, ji bo encamdana vî karî pêwîstiya wan bi projeyên mezin û yên demdirêj hene.
Aliyev pê de çû û got: "Em xazê hinardeyî bazarên ku me di salên berê de qet li ber çavan nedigirt, wek Sûriyeyê dikin. Em dikarin bi rêya Sûriyeyê bigihin welatên cîran jî, ku li wir hewcedariyeke mezin bi xaza xwezayî heye."
Aliyev behsa hevkariya Ewropayê jî kir û got: "Di têkiliyên xwe yên bi hevkarên xwe yên Ewropayî re, em peyama ku pêwîstiya me bi peymanên demdirêj heye radigihînin. Wekî din, pêdivî bi berfirehkirina sîstema veguhastina xaza xwezayî bi hewldanên hevbeş heye."
2 DEMJIMÊR BERÊ